Cara yekem deriyekî navbera erdên kontrola Sûriyê û hêzên Tirk de hate vekirin

.

Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê ragihandin ku îro 27ê Hezîranê deriyê Ebû Zindên ê di navbera herêmên bin kontrola rejîma Sûriyê û herêmên kontrola hêzên Tirkiye û komên çekdar de hate vekirin.

 Piştî vekirina derî, yekemîn otomobîl derbasî aliyê herêmên kontrola rejîma Sûriyê bûn.

Derî li gundewarê rojhilatê Helebê ye ku di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Vekirina derî piştî lihevkirina Rûsya û Tirkiyê pêk hat

Hate zanîn ku vekirina derî piştî lihevkirina di navbera hêzên Rûsyayê û Tirkiyê de pêk hatiye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku xelkê bajarê Babê li nêzî Çerxerêya Helebê konê protestokirinê vekirine ji bo otomobîl di deriyê Ebû Zindên re derbas nebin. Dewriyeyên ˊPolîsên Leşkerî û Sivîlˊ ên çekdaran kon rakirin û xelk ji wir derxistin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê