Çapemeniya Hizba Demokrat berhemeke nû li jêr navê “Bikujên koşka Fîroze” çap û belav kir

.

Pirtûka “Bikujên koşka Fîroze” ya nivîsa “Roya Hekakiyan”, serbihorî û hûrdekariyên terora “Mîkonos”ê li bajarê Berlîna Almaniyayê û bi belge û dekomêntan bas ji dosyeya terorkirina sekreterê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî dike.

Berpirsê beşa Çapemeniya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Elî Budaxî” di hevpeyvînekê de digel “Kurd Kanal”ê ragihand: “Ew berhema ku Roya Hekakiyan bi zimanê Ingilîsî nivîsandibû, berê ji aliyê “Mamoste Ebdula Hesenzade” ve li jêr navê “Piyawkujên koşka fîrûzeyî” bi Kurdî hatibû vergêrandin û çap û belav bibû; Lê, vergêra vê ya bi zimanê Farsî ku ji aliyê ”Areş Codekî” ve bo yekem car wek berhemeke çapemeniya Hizba Demokrat, hatiye çapkirin û belavkirin.

Herwisa navbirî gotiye ku berê nemir “Fetah Kawiyan” ew pirtûka ji Ingilîsî ve bo Farsî vergêrandibû, lê mixabin nekarî bigihîne qonaxa çap û belavkirinê.

“Piyawkujanî koşka Fîroze” ku berhemeke wêjeyî ya kêm mînak e, perde li ser gelek ji aliyên veşartî û nexuya yên terora “Mîkonos”ê hildaye û “Roya Hekakiyan” bi keda 5 sal karê berdewam a bi lêkolîn li ser gotar û raportên rojnameyan, arşîv û belgeyên dadgeha Mîkonosê û hevpeyvîn digel dadwer û parêzeran û herwisa malbatên qurbaniyan û wan kesên ku di terora Mîkonosê de ji mirênê rizgar bibûn, berhem aniye.

“Bikujên koşka Fîroze”, nûtirîn berhema çapkirî ya beşa çapemeniya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di 320 rûpelan de çap û belav bûye.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike