Cano Amedî: Em naxwazin Kurd bên xapandin

.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Cano Amedî da zanîn ku ew hem li medyaya PKK hem jî ya Tirkiyeyê dinêrin lê heta niha tiştekî zelal nîne û ew naxwazin Kurd bên xapandin.

Amedî tekez kir ku ji salên 2000î ve çekan zerereke mezin daye gelê Kurd û divê siyasetek sivîl li gorî aqilê Kurdî derkeve pêş.

Cano Amedî bal kişand ser wê yekê ku PKKyê kongreya xwe li dar xistiye lê encamên wê û deklarasyona kongreyê bi raya giştî re nehatine parvekirin.

Cano Amedê li ser kongreya PKKyê ji nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akincî re axivî.

"Şerê xendekan trajedî û travmayên mezin anîn"

Amedî amaje bi bandora şerê çekdarî ya li ser civaka Kurd kir û got, "Ji salên 2000î heta niha çek zerereke mezin da gelê me.

Di şerê xendekan de vî gelî trajedî û travmayên mezin dîtin. Ev jî dide xuyakirin ku divê siyaseteke sivîl derkeve holê."

Alîkarê Serokê PWKyê diyar kir ku ewê siyaset divê li gorî aqilê Kurdî derkeve pêş û got,  "Ne bi daxwazên dewletê ku li ser Kurdan ferz bike ji wan re bêje 'werin teslîm bibin'.

Dema em li daxuyaniyên berpirsên dewletê dinêrin em dibînin dibêjin 'werin teslîm bibin, piştre em dê hinek tiştan bidin' lê ew tişt çi ye em nizanin."

"Gumana me ew e ku dewlet dîsan Kurdan bixapîne"

Amedî bi bîr anî ku 100 sal berê jî soz bi Kurdan hatibû dayîn û got: "Di Peymana Lozanê de jî ji Kurdan re wisa gotin.

Piştî peymana Lozanê jî ji Kurdan re wisa gotin.

Gotin werin di parlamentoyê de cil û bergên Kurdî li xwe bikin, ji wan re digotin, ‘Parlamenterên Kurdistanê, Parlamenterên Lazistanê’ lê piştî ku Peymana Lozanê hat qebûlkirin, siyaseta înkar û îmhayê dest pê kir.

Gumana me ew e ku dewlet dîsa Kurdan bixapîne."

Cano Amedî daxuyand ku dinya êdî ne wek berê ye û got, "Dinya guheriye, beriya 100 salan dinya bi awayekî bû, îro dinya bi awayekî din e û rewşa Kurdan jî cuda ye.

Em dibînin ku li Başûrê Kurdistanê statuyek heye, dewleteke federal li wir çêbûye û îradeya miletê Kurd li wir tê temsîlkirin."

"Yekrêziya li Rojavayê Kurdistanê hêviyê dide me"

Alîkarê Serokê PWKyê bal kişand ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê jî û got: "Li Rojavayê Kurdistanê jî yekrêzî û yekhelwesta aliyên Kurdî heye, ji bo wê gavên girîng tên avêtin, em jê hêvîdar in."

Amedî diyar kir ku 50 sal in siyaset di bin hegemonyaya tundî û çekê de hatiye hiştin û ev rewş divê bi dawî bibe û wisa domand:

"Em wisa difikirin ku ew tundî bi dawî bibe dê baştir be.

Dewlet tiştekî erênî nîşan nade û dibêje, ‘Hûn çekan deynin em dê tiştekî bikin.' Dema em li aliyê din ê Kurd jî dinêrin em dibînin ku piştgiriyê didin paradîgmaya Abdullah Ocalan û Devlet Bahçelî.

Dema ji DEM Partiyê dipirsin ka di naveroka wê lihevkirinê de çi heye, ew dibêjin ‘em nizanin lê em bi hêvî ne’ û ev paradokseke mezin e.’’

Amedî li ser pêvajoya çekdanîna PKKyê jî wisa got:

"PKK wekî dewleteke herêmê xwedî hêz û qewet e. Bi hêza xwe, îstixbarat û sermaya û bingeha li gelek welatan xwedî bandor e.

Ji guhertina PKKyê re dem pêwîst e. PKK dê girseya xwe, bingeha xwe çawa veguhêze siyaseta sivîl? Li ser vê gumanên me hene. Wisa xuyaye dê gelek zehmetî derkevin.

Di nava PKKyê bi xwe de û di nava dewletên ku li ser PKKyê xwedî desthilat bûn û bandora wan li ser PKKyê hebû de nakokî hene.”

"Divê destûr bê guhertin"

Amedî di berdewamiya axaftina xwe de bang li Kurdan kir û got: "Em hêvî dikin ew kesên neteweyî û niştimanî difikirin nêzîkî hevdû bibin.

Ew di nava tifaqa Kurdî de bên cem hevdû û daxwazên Kurdan bînin rojevê."

Alîkarê Serokê PWKyê daxuyand ku Erdogan dikare bi yasayekê girtiyên nexweş azad bike, yasayên heyî biguherîne, navên herêmên Kurdan vegerîne.

Siyasetmedar Amêdî got, "Divê mafên rêxistinbûnê, mafê zimanê Kurdî, perwerdeya Kurdî were mîsogerkirin.

Dewlet divê destûrê biguherîne, di 4 xalên destpêkê yên destûrê de ku ew 4 xal li dijî hebûna Kurdan in, divê bên guhertin."

"Em naxwazin hêviyeke mezin bi miletê xwe re çêkin û wan bixapînin"

Cano Amedî da zanîn ku bi navê “Kurdistanê” li Bakurê Kurdistanê 4 partî hene û doz li wan hatine vekirin.

Amedî behsa zextên li ser partiyên Bakurê Kurdistanê jî kir û wisa domand:

"Bi salan e nahêlin em gavan biavêjin. Ne dihêlin em xwe li bajarên Kurdan birêxistin bikin ne jî partiya me digirin.

Wekî Partiya Welatparêzên Kurdistanê em naxwazin hêviyeke mezin bi miletê xwe re çêkin û wan bixapînin. 

Ew tişta ku Abdullah Ocalan gotiye, berdana çekan baş e, em piştgiriya wê dikin lê em gotinên wekî 'em statu naxwazin û mafên çandî naxwazin', peymanên wisa yên bi dewletê re em qebûl nakin. 

Mafên Kurdan ên ji miletbûna wan pêk tên divê bên qebûlkirin."

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji sedî 70yê baregehên xwe vala kirine
Husên Qaidî: Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê
Kî zarokan bîne dê deynên wan werin efûkirin
Şêxê Durziyan: Kurd li Sûriyê 10 milyon in, em federaliyê dixwazin
Ji Serok Barzanî peyama pîrozbahiyê bo salvegera Binkeya Laleşê