Çalakvaneka mafê jinan li bajarê Pawê de hate binçavkirin

.

Pêka rapora Hengawê, roja Dûşemî 22ê Gelawêjê, Firmêsk Babayî xelka bajarê Pawê, piştî gazîkirina vê û hemû endamên malbata vê bo îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Pawê, hate binçavkirin û bo girtîgeha Meydana Neftî ya îdareya Îtilaat a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê hate veguhastin.

Pêka vê raporê, piştî 2 demjimêr lêpirsîn ji Firmêsk Babayî û bav, dayîk û birayê vê yê biçûktir, Firmêsk hatiye binçavkirin ku bûye sedema nerizayetiya endamên vê malbatê û hêzên îtilaata rêjîmê bi awayek tundûtîj û hovane digel wan reftar kirin û li encamê de rewşa tendirûstiya dayîka Firmêsk Babayî xirab bûye û bo nexweşxanê hatiye veguhastin.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku hêzên îtilaata rêjîmê beşa pêregiştina pizîşkî ya cihê razandina dayîka Firmêskê dorpêç kirine.

Firmêsk li sala derbasbûyî de jî li 28 ê Gelawêjê salvegera fitwaya Xumêynî li dijî Kurdistanê hatibû binçavkirin û bi tundûtîjî ve bo girtîgehên rêjîmê hatibû veguhastin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle