Brîtanyayê komkujiya Êzidiyan weke jenosîd nas kir

.

 Hikûmeta Brîtanyayê îro 1ê Tîrmeha 2023an di daxuyaniyekê de, komkujiya Kurdên Êzidî, wek jenosîd ragihand.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya hikûmetê hat weşandin tê de hat gotin: “Îro Brîtanyayê bi awayekî fermî qebûl kir ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li dijî Êzidiyan kiryarên qirkirinê pêk anîne.”

Pêştir, Hikûmeta Brîtanyayê hovîtiya DAIŞê li dijî Êzîdiyan şermezar kiribû, lê ew şermezarîkirin, negihîştibû asta naskirina van tawanan wek jenosîd.

Rêxistina terorîst a DAIŞê di Tebaxa 2014an de, piştî êrişî çend parêzgehên Iraqê, êrişî ser qezaya Şingalê kir û zêdetirî salekê di bin kontrola wê de ma.

DAIŞê zêdetirî 3 hezar û 200 Kurdên Êzidî kuştin û nêzîkî 7 hezar kesên din ku piraniya wan jin û zarok bûn, revandin.

Derbarê jenosîdnasandina komkujiya Êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve, Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî pêştir diyar kiribû ku heta niha 10 welatan ev komkujî wek jenosîd nas kiriye.

Kurdistan Haberleri

Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’
Geştên Balafirxaneya Navneteweyî ya Kerkûkê hatin destpêkirin