Brîtanya peyama dostaniyê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge dike

.

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê peyameke dostaniye pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Lîwa Îsa Uzêr îro 7ê Cotmehê li gel Şêwirmendê Leşkerî yê Konsulxaneya Brîtanyayê li Hewlêrê Kolonel John Foster û tîma pê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di civînê de pêşxistina hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û welatên Hevpeymaniya Navdewletî û di nava wan de Brîtanya  hat gotûbêjkirin. Herwiha behasa mijara perwerdekirin, proseya çaksaziyê û vekirina korsên cuda ji bo zêdetir birêxistinkirina hêzan û profîşînalkirina hêzên Pêşmerge hate kirin.

Her du alî li ser hevahengî û giringîdana zêdetir bi peywendiyên di navbera xwe de li hev kirin û şanda serbazî ya Brîtanyayê tekez kir ku dê berdewam bin li ser hevahengî û vekirina korsan û dana rawêjkariyê bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, wek peyama dostane ya hikûmeta Brîtanya bo Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle