Brîtanya: Gefa di rêza yekem de Rûsya ye!

.

Wezîrê Bergiriya Brîtanyayê Ben Wallace, ragihand ku ji bo wan gefa rêza yekem Rûsya ye û ji ber vê rewşê pêşbîniya dahatûya pêwendiyên dualî bi Rûsyayê re zehmet e.

Wallace ji Sunday Telegraphê diyar kiriye ku Rûsya weke reqîb ji bo wan gefa di rêza yekem de ye û bibîr xist ku keştiyên şer ên Rûsyayê gelek caran serdana avên Brîtanyayê dikin ku niha jî çend keştiyên wan tê de hene.

Wallace daye zanîn ku Brîtanyayê hewl daye rageşiyê kêm bike, lê ji ber ku Rûsyayê helwesta xwe neguhetiye zehmete  pêwendiyên dualî bêne pêşbînîkirin.

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack