Borrell: Rûsya, Çîn û Tirkiye dixwazin rêbazên lîstikê biguherînin

Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ragihand: “Rûsya, Çîn û Tirkiye dixwazin rêbazên lîstikê li hember Ewropayê biguherînin.”

Josep Borrell, Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê di gotarekê de ku rojnameya Le Journal du Dimanche a Fransî belav kiriye, dibêje: “Armanca Rûsya, Çîn û Tirkiyê ew e ku teraziya hêzê li seranserê cîhanê biguherînin.”

Borrell diyar dike ku Tirkiye hewl dide xwe weke karaktera sereke ya li herêmê bide nîşandan û Enqere şêwaz û rêyên cur bi cur li rojhilatê Deryaya Spî bi kar tîne.

Herwiha dibêje; guhertina Muzexaneya Aya Sofya bo mizgeftê di salvegera peymana Lozanê de, tesaduf nebû.

Di dawiya gotara xwe de Josep Borrell eşkere dike: “Tirkiye dê di gelek dosyeyan de weke hevpara giring a Yekîtiya Ewropayê bimîne. Ev jî divê bibe sedema derketina me ji dînamîka rûbirûbûna metirsîdar a ligel vê cîrana mezin.”

 

 

Asya Haberleri

ŞERÊ ÎRANÊ - Êrişên li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûn
Li Washingtonê panelek li pêşeroja Sûriyeyê: Divê Kurd bibin beşek ji çareseriyê
Christoph de Vries: Em hemû kanalên xwe yên diyalogê ji bo Kurdan bi kar tînin
Dewleta Hindistanê huşdarî da welatiyên xwe ku bo kar serdana Îranê nekin
Hevpeymaniya leşkerî, wekî pêdiviyekê