Boris Johnson bi sedema Koronayê kete di nexweşxaneyê de

Ofîsa Serokwezîrîya Brîtanya ragihand ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson veguhestine nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan - Di 26’e Adarê de, testa vîrusa korona ya Johnson erênî derketibû û ew li malê ketibû karantînayê.

Li gor daxuyanîya Ofîsa Serokwezîrîya Brîtanya jiber ku li ser Johnson nîşanên nexweşîya vîrusa korona dom kirine, ew bo tedbîran birine nexweşxaneyê.

Kabîneya hikûmeta Brîtanya dê îro ser vîrusa korona kom bibe û li ber e ku Wezîrê Derve Dominic Raab seroktîya civînê bike.

Hejmarên fermî yên Brîtanya raber dikin ku vîrusa korona li wî welatî ketîye canê pirtir ji 47,000 kesan û bi qasî 5000 kes kuştine.

 

Avrupa Haberleri

Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn