Boris Johnson Hilbijartina Pêşwext Dixwaze

Boris Johnson Hilbijartina Pêşwext Dixwaze

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson xwest ku di 12’ê Berfanbarê de hilbijartina pêşwext çêbe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Johnson dîyar kir ku ger parlamanter hilbijartina pêşwext bipejirînin ewê dema bo lêkolîna bernivîsa ser Peymana Brexitê heta 6’ê Mijdarê dirêj bike.

Wî da zanîn ku ger parlamanter hilbijartina pêşwext nepejirînin ewê di peyvajoya Brexitê de guh nede parlamanê.

Dengdana bo bernivîsa ser hilbijartina pêşwext dê roja Duşemê li dar keve.

Bo pejirandina bernivîsê ji sê paran du par dengên li parlamanê pêwîst in.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin