Bombeyek bi otomobîla Hêza Parastina Êzidîxanê de teqiya

.

Fermandarê Hêza Êzidîxanê li Şingalê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, bombeyek bi otomobîla Cîgirê Fermandarê Fewca Hêza Parastina Êzidîxanê teqiya, bêyî li ziyanên canî rû bide.

Heyder Şeşo diyar kir, ew ji bo bîranîna salvegera jenosîda Êzidiyan li leşkergeha wan bûn, bombeyek bi otomobîla Cîgirê Fermandarê Fewca Hêza Parastina Êzidîxanê ve hatibû kirin, ji bo ew bê li nava leşkergeha wan biteqe, lê belê bombe teqiya û ti ziyanên canî derneketin.

Destnîşan kir jî, berî heşt salan Êzidî hatin jenosîdkirin, lê belê heta niha bandora wê jenosîda maye û berdewam e, ji ber ku ji sedî 70 zêdetir yê Êzidiyan nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Destnîşan kir jî, berî heşt salan Êzidî hatin jenosîdkirin, lê belê heta niha bandora wê jenosîda maye û berdewam e, ji ber ku ji sedî 70 zêdetir yê Êzidiyan nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Heyder Şeşo got: “Tevî ku berjewendiyên xelkê li ber çav nehatiye girtin jî, em ligel cibicîkirina rêkeftina Şingalê dikin. cibicînekirina rêkeftinê, vedigere ku desthilatên kê li Şingalê bihêtir bin. Aliyê ku rêkeftinê cibicî nake, di vê rewşê de berjewndiyên wê li Şingalê tên pêkanîn.”

Got jî: “Netewên Yekgirtî derbarê rewşa Şingalê de xemsar e û fişarê li hikûmeta Iraqê û aliyan nake ta ku rêkeftinê cibicî bikin.”

 (K24)

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt