Bombebaranên Tirkiyê bûne beşeke jiyana rojane ya xelkê Duhokê

.

Artêşa Tirkiyê bi berdewamî navçeyên çiyayî yên Duhok a Herêma Kurdistanê topbaran dike. Ev bombebaranên Tirkiyê êdî ewqasî zêde bûne ku bûne beşeke jiyana rojane ya xelkê Duhokê.

Ji ber berdewamiya bombebaran û topbarankirina hinek navçeyên parêzgeha Duhokê, şêniyên wan deveran dîmenan tomar dikin ku bûye beşeke jiyana wan a rojane. Fayiq Belaveyî yek ji wan kesan e ku telefona wî tijî dîmenên bombebaranên Tirkiyê ye.

Ev 5 sal in wêne û dîmenên topbaran û bombebarankirina gundê Belaveyê ku dikeve navbera Çiyayê Metîn û Gare yên nahyeya Dêrelûkê digire, hinek ji wan cihan 320 caran hatine topbarankirin û bombebarankirin.

Fayiq Belaveyî tomarkirina van dîmenan ji ber berdewamiya bombebaran ve girê dide û dibêje, “Ev herêm herêmeke sivîl e, ne leşkerî ye. Min girîng dît ku dîmenan biweşînim da ku rewşa herêmê ya di bin siya bombebaranan de nîşan bidim.”

Zarokên Fayiq ji ber dengê topbaran û bombebaranê di lîstik û malê de ditirsin, Rojda ya keça Fayiq anî ziman, “Em dilîzin, dengê topbaranê tê, em ditirsin û digirîn ku dengê firokeyan jî tê em diçine hundir.”

Fayiq ne tenê dema ku li malê ye dema li ser kar e jî kameraya xwe her dem amade ye ku dîmenên bombebaranê neçaverêkirî tomar bike, ew dibêje gelek caran dema kar herêma wan tê topbarankirin û “ti çareya me nîne yan divê em karê xwe bidomînin yan jî divê em cihê xwe biterikînin.”

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da