Bombebarana Mexmûrê: 8 kesan canê xwe ji dest dane

.

Çavkaniyekî ji Rêveberiya Tendirustiya Mexmûrê ragihand, 8 kes di bombebarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne.

Tirkiyê şevê din Kampa Mexmûrê û derdora wê, Şingal û navçeya Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku “bi armanca jinavbirna gefên PKK, KCK, YPG yên li ser ewlehiya sînor” wan di çarçoveya mafê xwe bo berevanîkirina li xwe opersyan encam dane bi taybetî ew cihên ku ew grup weke penageha ji xwe re dibînin ew jî li Şingal, Dêrik û Qerecox.

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal li Mexmûrê ragihand, firokeyên Tirkiyê şevê din 6 caran sînorê qezaya Mexmûrê bombebaran kirine.

Çavkaniyekî ji Rêveberiya Tendirustiya Mexmûrê got, 8 kes di bombebarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyê diyar kir, birîndarên bombebaranê bo Nexweşxaneya Geyare ya li parêzgeha Neynewayê hatine veguhastin.

Berpirsê navçeya PDKê li Mexmûrê Tahîr Ebdullah jî piştrast kir ku di encama bombebarana Tirkiyê bo ser Mexmûrê de qurbanî hene û diyar kir, “di nava qurbaniyên bombebarana li ser Mexmûrê de hem kesên sivîl û hem jî gerîla hene.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin