Bo wî Kurdê ku ji helîkopterê hatibû avêtin 7 sal cezayê girtîgehê derket

.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bo hemwelatiyê Kurd ê bi navê Osman Şiban ku ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve ji helîkopterê hatibû avêtin û bi giranî birîndar bibû, bi hinceta “endamtiya PKKê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

Hemwelatiyê bi navê Osman Şiban ligel hevalê xwe yê bi navê Servet Turgut roja 11ê Îlona 2020an piştî şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û gerilayên PKKê de li zozanên dikevin navbera Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Ew hemwelatiyên Kurd piştî du roj ji desteserkirinê, derketibû holê ku ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hatine avêtin û Servet Turgut ê 55 salî û bavê 7 zarokan ji ber birînên xwe yên giran roja 30ê Îlona borî jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê Osman Şiban  jî ku di encama îşkencê de birîndar bibû û 9 mehan çareseriya pizîşkê wergirtbû, doz hatibû vekirin.

Roja Sêşemê 11ê Nîsana 2023aon rûniştina dawî ya doza  Şîban li 2emîn Dadgeha Cezayên giran a Mêrsînê hat kirin.

Di dozê de Osman Şiban bixwe beşdar nebû, lê parêzera wî amade bû.

Dozger di rûniştina dozê de mutalaya xwe ya rûniştina berê dûbara kir û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” daxwaza cezayê girtîgehê kir. Dadgehê biryara xwe ya dawî ya derbarê dozê de eşkere kir û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Osman Şîban. Herwiha biryar hate dayîn ku qedexeya derketina derveyî welat a li ser Şîban jî berdewam bike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle