BO AMEDSPORÊ PROVAKASYONEKE DIN!

Di yariya Sakaryaspor-Amedspor a ku roja şemîyê hat encamdan, Amedspor dîsa rastî provakasyonek hat.

Di yariyê de tîma Sakaryasporê îdia kir ku lîstikvanê Amedsporê Mansûr Çalar, bi amûreke bibir, êrîşî lîstikvanên Sakaryasporê kiriye û li ser vê yeke gilî li Emnîyetê hat kirin û di derheqê Mansûr Çalarê lîstikvanê Amedsporê de lêpirsîn da destpêkirin.

Amedsporê jî van îdiayan red kir û daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyanîyê de hat gotin, dema Marşa Îstîklalê dihate xwendin lîstikvanê Sakaryasporê Dîlawer Guçluyî desteşana Gurê Boz a nijadperest daye û dema gol avêt jî ketiye hola Amedsporê û tevgerên xwe yên tehrîkkar berdewam kiriye û heta dawiya yarîyê jî domandiye.

Herwiha Amedsporê dan zanîn ku televizyona Skaryasporê TV 264 jî, îdia kiriye ku di destê lîstikvanê Amedsporê Çalarî de amûreke bibir wekî jilêtek hebe û dîmen belav kiriye lê cihê deste wî bi logoya televîzyonê hatiye girtin û lê heke bi baldarî were temaşekirin, di deste lîstikvanê Amedsporê de tiştek tüne berovajî wê bê xuyakirin ku di dema xwendina sirûda Îstîklalê de lîstikvanê Sakaryasporê Dilawer Guçluyî, desteşana gurê boz daye ku tehrîk bike, proveke bike.

Amedsporê da zanîn di derbarê Dîlawer Guçluyî de dê gilîdar bibin.

Hat gotin, bo Mansûr Çalarê, qedexeya derketina derveyî Tirkiyê hat sepandin û serbest hate berdan.

SPOR Haberleri

Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand
Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.