Blinken: Firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê di berjewendiya NATOyê de ye

.

 Wezîrê Derve yê Amerîkayê radigihîne, Firotina firokeyên F-16 bo Tirkiyê, di berjewendiya wan û NATOyê de ye.

Piştî ku Tirkiyê di Lûtkeya NATOyê ya de ku li Lîtvanyayê hatiye lidarxistin de, lampa kesk ji bo endamtiya Swêdê bo NATOyê vêxist, daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê Tirkiyeyê de dewam dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Lûtkeya NATOyê li Vilniusa paytexta Lîtvanya, di hevpeyvîna xwe ya digel televîzyona “MSNBC” de li ser daxwaza Tirkiyê ya ji bo kirîna firokeyên F-16 got, di berjewendiya NATOyê û Amerîkayê de ye ku, firokeyên F16 bo Tirkiyeyê were fiotin.

Got jî, armanca wan bihêzkirina hevpeymaniya NATOyê ye û divê ew piştrast bin ku endamên NATOyê xwediyê wê tekenolojiyê ne ku pêwîstiya wan pê heye. Siyaseta rêveberiya Amerîkayê ew e ku Tirkiye bibe xwediyê firokeyên F-16.

Tirkiyê berî niha daxwaza kirîna 40 firokeyên F-16 û 80 kîtên nûjenkirina firokeyan ji Amerîkayê kiribû.

Blinken di 30ê Gulanê de jî gotibû ku rêveberiya Joe Biden firotina F-16an ji bo Tirkiyeyê bi endamtiya Swêdê ya NATOyê ve girê nade û ev firotin jî di berjewendiya Amerîkayê de ye.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Seredana Serokê Weqfa Rêya Azadî Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay Kir
Fehed Heyder: Siwêda mehek e di bin dorpêçê de ye
Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?
Seredana Dr. Nazif Yılmaz, vekîla wezîrê perwerde û fêrkariya Tirkiyê a li Lalişê
Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin