Bizavên fermîkirina cejna Newrozê li Tirkiyeyê hatin destpêkirin

.

Serokkomarê Tirkiyeyê radigehîne, “Em kar dikin ku cejna Newrozê li welatê xwe bikin cejneke fermî.”

Di helkefta fermî ya pîrozkirina cejna Newrozê de, Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Em wekî Hevpeymanîtiya Komarê kar dikin ku cejna Newrozê li Tirkiyeyê bikin cejneke fermî.”

Li dû nûçeya medyayên Tirkiyeyê, AK Partiyê ragehandiye ku piştî temambûna cejnê, ji bo fermîkirina cejna Newrozê li Tirkiyeyê dest bi karên xwe kiriye.

Ji bo vê meremê jî Cîgirê Serokê Peywendiyên AK Partiyê Korşad Zorlu ji bo serperiştiya karên girêdayî vê mijarê hatiye raspartin ku heta cejna Newrozê li tevaya dewletên Tirkannişîn bibe cejneke fermî û her sal bê pîrozkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle