Biryarnameya Saziya Neteweyên Yekbûyî ya li derheq tundûtîjiyên li Îranê

.

Civata Giştî ya Saziya Navneteweyî, biryarnameya li derheq rewşa mafê mirov li Îranê bi 80 dengên erê, 29 dengên dijî û 65 dengên bêalî pejrand û ji rejîma Îslamiya Îranê daxwazkir ku hemû cure tundûtîjiyên li dijî xwenîşandanên aştiyane dawiyê pê bîne.

Di vê biryarnameya Saziya Neteweyên Yekbûyî de ku ji aliyê welatên Ewropî û Kanadayê hatibû pêşniyarkirin, cezayên îdamê yên li dijî xwenîşanderan, amara bilind ya cezayên îdamê yên li dijî neteweyên kêm yên li Îranê îşare hatiye kirin û wan welatan di vê derheqê nîgeraniya xwe jî nîşan dane.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan di heyama sê mehên derbasbûyî de bi sedan kes di serhildana gel de jiyana xwe ji dest dane û piraniya kuştiyên xwenîşandanên vê dawiyê jî, di nav Belûç û Kurdan de bûne.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye