Biryara desteserkirina Qasim Şeşo hat dayîn!

.

Biryar hat dayîn ku Fermandarê Hêzên Şingalê Qasim Şeşo were desteserkirin.

Qasim Şeşo bi “heqaretkirina li Pêxemberê Îslamê” tê tohmetbarkirin.

Biryara desteserkirina wî îro ji aliyê Dadgeha Lêkolînan a Nînowayê ve hat dayîn.

Dadwer Yasîn Mihemed Fethî biryara desteserkirina Qasim Şeşo îmze kir.

Dadgehê xwestiye ku Şeşo li gorî xala 195an a Yasaya Cezayan a Îraqê were darizandin.

Di biryarê de navê Qasim Şeşo nehatiye gotin lê hatiye gotin ku ew sala 1953yan li Şingalê ji dayîk bûye.

“Piştgirên DAIŞê sûdê jê werdigirin”

Fermandarê Hêzên Êzidxanê Heyder Şeşoyê ku heman demê biraziyê Qasim Şeşo ye, ji Rûdawê re got ku gotinên apê wî hatine berovajîkirin û li pey çû:

“Ew mesele gelekî hatiye mezinkirin, mebesta wan têkelkirina mijarê ye çimkî piştgirên DAIŞê sûdê jê werdigirin.

“Dê helwesteke me jî hebe”

Eger ev miamele berdewam bike dê helwesteke me jî hebe çimkî ewên ku îro li dijî me derdikevin rojekê li beramberî wan hemû destdirêjî û binpêkirinên li hemberî miletê me neaxivîn.”

Kurdistan Haberleri

Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye
Piştî bi dehan salan Kurdên Êzidî vedigerin gundê xwe yê li Şirnexê