Birêvebiriya Sûriyeyê: Wezîr negot dê li dijî HSDyê hêz were bikaranîn

.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre ti daxuyanî li ser “bikaranîna hêzê” ya li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nedane.

Hikûmeta Şamê diyar kir ku Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê tenê behsa “dan û standinên berdewam” ên bi HSDyê re û “amadebûna ji bo hemû bijardeyan” kiriye.

Ajansa Fransî ya Nûçeyan (AFP) ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre li Şamê ji rojnamegeran re gotiye:

“Deriyê dan û standinê bi HSDyê re niha vekirî ye, heger bikaranîna hêzê jî pêwîst bû em amade ne.”

Şêwirmendiya Ragihandinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re got:

“Wezîr Ebû Qesre behsa bikaranîna rasterast a hêzê nekiriye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre tenê amaje bi “berdewamiya hevdîtinan a bi HSDyê re û amadebûna ji bo hemû bijardeyên din” kiriye.

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc