Birêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê: 25 hezar malbatên aware yên Şingalê vegeriyane warê xwe

.

Birêveberê Birêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê ji K24ê re ragehand, “Heta niha 25 hezar malbatên aware, ji bo pirsa serhejmêriyê vegeriyane Şingalê, tevî wê yekê ku nêzî 20 hezar malbatan li nav kempan û 35 hezar malbatên din jî li derveyê kempan li Herêma Kurdistanê dijîn.”

Birêveberê Birêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê Diyan Cehfer îro (Duşem, 18.11.2024) ji K24ê re ragehand, “Ji bo ku li deverên xwe tevlî piroseya serhejmêriyê bibin, zêdetirî 25 hezar malbatên aware yên Şingalê vegeriyane warê xwe, ji bo ku xwe li cihê akincîbûna xwe yê resen tomar bikin.”

Diyan Cehfer herwesa got, “Heta niha 20 hezar malbatên aware yên Şingalê li nav kempan dijîn û nêzî 35 hezar malbatên din jî li derveyê kempan dijîn. Ji wê hejmarê jî, tenê 25 hezar malbat vegeriyane deverên xwe, ji bo ku tevlî piroseya serhejmêriya giştî bibin.”

Birêveberê Birêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê eşkere jî kir, “Heta niha awareyên Şingalê li 15 kempên sinorê parêzgeha Dihokê dijîn.”

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide