Biraziyê Yûsif Gulo: Dijmin qetla Kurdan ji xwe re helal kiriye

.

Cenazeyên Yûsif Gulo, kur û neviyê wî, piştî merasîmeke berfireh li bajarê Qamişlo, hatin veşartin. Biraziyê Yûsif Gulo jî dibêje, “Em bang li hemû partiyên Kurd dikin, `werin me bibin yek`. Dijmin qetla Kurdan ji xwe re helal kiriye.”

Bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan rê û resm li goristana Qamişlo birêve çû. Ev her sê qurbaniyên êrîşa bi dronan ya Tirkiyê ji malbata Gulo bûn.

Biraziyê Yûsif Gulo, Rêzan Gulo ku şêwirmendekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye dibêje peyv û gotarên mamê xwe tîne zimên û ji hêzên kurdî dixwaze yek dest bin li hember  êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê

Rêzan Gulo, Biraziyê Yûsif Gulo, dibêje, “Firokeyên bêfirokevan, tankên wan xelkê sivîl, pêkhate, zarok û pîran dikin armanc, û ew bêdeng in. Peyama min bo wan, gelê Rojava dikare axaftina xwe bêje. Em wek malbata Gulo bang li hemû partiyên Kurdî dikin, `werin em bibin yek` ku dijmin partiyan nas nake, dijmin qetla gelê Kurd ji xwe re helal kiriye.”

Li nava bajarê Qamişlo xem û xemgînî serwer bû û bi biryareke Rêveberiya Xweser ji ber qurbaniyên vê êrîşê behî û şînî pêk anî.

Rêveberiya Xweser radigihîne ew  li hember gef û êrîşên Tirkiyê bê deng namînin  û gazindan ji helwesta bêdeng ya civaka navdewletî dike ku pêwîst e niha tevbigere.

Telet Yûnis, Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, dibêje, “Nêrîn û helwesta hêzên navnetewî, hêzên garantor Rûsya û Amerîka, divê bi erkên xwe rabin û rê li ber dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê bigirin ku qetlîam li ser gelê me tên meşandin. Li beramber van êrişan berxwedan û xwedîderketina li xak û destkeftên xwe, bersiva gelê me.”

Di nava sê mehan de ev 7 car in Tirkiye bi dronan li Rojavayê Kurdistanê êrîş dike ku 3 li Qamişlo,2 li Kobanê û 2 êrîş li Til Temirê bûne.

Di encama van êrîşên Tirkiyê de derdora 20 kes bûne qurbanî.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cano Amedî: Em naxwazin Kurd bên xapandin
Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji sedî 70yê baregehên xwe vala kirine
Husên Qaidî: Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê
Kî zarokan bîne dê deynên wan werin efûkirin
Şêxê Durziyan: Kurd li Sûriyê 10 milyon in, em federaliyê dixwazin