Birayê Beytocan wesiyeta wî ya dawî eşkere kir

.

Adar Can birayê Beytocan diyar kir ku Beytocan gotiye, “Eger ez baş bibim, dixwazim li Kurdistanê bijîm. Beriya mirina xwe ez Kurdistaneke azad bibînim. Ez nebînim jî sedî sed gelê me, hûn, neviyên me bibînin.”

Adar Can birayê Beytocan beşadarî bultena Rûdawê bû bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da.

Adar Can da zanîn ku hefteya dawî rewşa tendirustiya birayê wî gelekî xerab bûye û got:

“Rojên dawî rewşa wî gelekî xerab bû. tomura penceşêra wî gelekî mezin û belav bûbû. Werimeke giran li ser çavên wî, ser lêvên wî, zimanê wî  çêbûbû. Nikaribû xeber bida."

Adar Can got, “Bakteriyeke cuda girtibû û wê jî ew pir aciz dikir. Sê rojên dawî jixwe her tim çavgirtî bû. Bersiva me jî nedida.”

“Wesiyeta wî li ba me heye”

Adar Can diyar kir ku Beytocan beriya mirina xwe wesiyeta xwe kiriye û wiha anî ziman:

“Wesiyeta wî li ba me heye. Jixwe me vîdeoya wî kişandiye.

Wî dixwest li vê derê bicih bibe. Got `hûn li vê derê ne, malbata min li vê derê ye. Ez dixwazim li vê derê bicih bibim.`Em dê bicih bînin.

Li Swêde wekî welat nîne. Karên fermî du sêr roj berdewam dikin.

Paşê em dê li Stockholmê şîna xwe deynin. Dîsa heval, dost û merivên me dê li Amedê şîneke din jî deynin.

Ew dê ji herkesî re jî vekirî be. Çi hezkiriyên wî hebin kerem bikin werin ser seran ser çavan.

“Eger ez baş bibim, dixwazim li Kurdistanê bijîm”

Daxwaziya wî ew bû `eger ez baş bibim, rabim ser piyan, dixwazim li Kurdistanê bijîm.`

Lê mixabin nebû, wexta ji qewetê jî ket, îcar got `baştir e ez li van deran bim û bi kêmasî hûn dê li min binêrin. Ez naxwazim herin cihekî din.`

“Beriya mirina xwe dixwazim Kurdistaneke azad bibînim”

Lê daxwaziya wî ew bû `Beriya mirina xwe ez Kurdistaneke azad bibînim, ji xeynî wî tiştekî din naxwazim. Lê ez nebînim jî sedî sed gelê me, hûn, neviyên me bibînin.`

“Eger em bibin yek, em dê bibin xwediyê welat”

Her tim vî tiştî ji me re digot `Eger em Kurd ji hevdû hez nekin, em alîkariya hevdû nekin, em bi ser nakevin.

Divê di navbeyna Kurdan de şer, nifaqî û tiştên wisa dernekevin.

Eger em bibin yek, em dê bibin xwediyê welat.`”

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin