Binpêkirinên meha Adarê yên li Efrînê hatin eşkere kirin

.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku di meha Adarê de, li herêma Efrînê 11 kes hatine revandin û 20 kes jî ji girtîgehê reviyane.

Li gorî rapora rêxistinê ya meha Adarê, 11 kes hatin revandin, 20 revandî jî ji girtîgeha Raiyê reviyan.

Îşkence li 6 kesan hat kirin, hin ji wan ji ber pîrozkirina cejna Newrozê îşkence li wan hat kirin.

Zêdetirî 300 darên zeytûnan hatin birîn. Zêdetirî 3 hezar û 100 darên daristanî li daristanên Çiyayê Qaziqlî, Hec Hesenlî û Qitmê hatin birîn.

Herwiha bac li ser milkên koçberan hatin ferzkirin û gelek kel û pelên xelkê ji aliyê çekdaran ve hatin dizîn.

Li gorî raporê kesekî jî di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin