Binpêkariyên li dijî zarokan li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê

.

 Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, hejmar û amarên lêkolîna xwe di derbarê binpêkarinên li dijî zarokan, li navçeyên Bakurê Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê.

Di raportê de hatiye ku, di navbera 01/01/2022 û 31/05/2022 de, bi dirêjiya 5 mehan, ji ber topbaran, bombebaran û teqîna mayinan, li navçeyên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, gelek zarok bûne qurbanî.

Zarok ku di encama topbaran û bombebaranên Tirkiyê û grûpên çekdar li gundewarên Serê Kaniyê, Girê Spî, Eyn Îsa, Kobanê û Efrînê bûne qurbanî:  5 zarokan canên xwe jidest dane û 25 zarok birîndar bûne.

Zarokên ku encama teqîna mayin û bombeyan de bûne qurbanî: 4 zarokan canên xwe jidest dane û 15 zarok birîndar bûne.

Zarokên hatine kuştin, xwe kuştin û revandinê li dijî wan hatiye kirin: 5 zarok hatine kuştin, zarokek hatiye birîndarkirin û Zarokekî xwe kuştiye.

Destdirêjiya cinsî li dijî zarokekî hatiye kirin. 5 zarok hatine revandin.

Roja 30ê Çileya 2022yan zarokek li navçeyeke nêzîkî sînorê rojavayê Idlibê bi guleya leşkerên Tirkiyê hat kuştin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle