Binçavkirina xelkê Kurdistanê ji aliyê rêjîmê ve berdewam e

.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya Kurdpayê di rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê "Diyako Mîrî" xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihek nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên ewlehî bê hebûna belgeyên yasayî Diyako binçav kirin û navbirî piştî binçavkirinê bi rêya pêwendiyeke kurt a telefonî bi malbata xwe re ragihand ku ew hatiye binçavkirin.

Pêka zaniyariyên Kurdpayê heta niha, lipeyketina malbata navbirî bo agehdarbûn ji qedera wî bê encam maye.

Herwisa welatiyek din yê binavê “Sadiq zenid” xelkê gundê “Îbrahîmava” yê ser bajarê Bokanê roja Pêncşemî 12ê Pûşperê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatiye binçavkirin.

Hatiye belavkirin ku navbirî bi bê hebûna belgeyên yasyaî haiye binçavkirin û bo cihek nediyar hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirina û tohmetên ku bi ser her du welatiyên Kurd de hatinî sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye