Binçavkirina welatiyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li bajarê Bokanê berdewam e

.

Di wan rojan de rejîmê dîsan dest avêtiye bi binçavkirina welatiyên xelkê bajarê Bokanê û du roj berî niha Dr. “Selah Ehmedî” û alîkarê wî yê bi navê “Silêman Cawîd” ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata rejîmê ve li bajarê Bokanê hatine binçavkirin û bo cihek nexya hatine veguhastin.

Pêka rapora “Encûmena Zindaniyên Siyasî ya Kurdistanê”, piştînîvroya Pêncşemî 31ê Xakelêweya 1402 a Rojî, Dr. “Selah Ehmedî” yê temen 55 salî û alîkarê wî “Silêman Cavîd” ê temen 35 salî, ên xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve, di vî bajarî de hatine binçavkirin.

Dr. “Selah Ehmedî” û alîkarî wî li dermanxaneya Dr. Ehmedî li bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata rejîmê ve hatine binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandî bi ser wan du welatiyan de ti zanyariyek li ber dest nîne.

Hêjayê gotinê ye ku di heyama heftiya derbasbûyî de 7 welatiyên din ên xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Bokanê hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastine.

Nuçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ