Bilindkirina ala Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat li ser tirba Pêşewa Qazî Mihemed

.

Endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya 10ê Xakelêweyê, roja Şehîdên Kurdistanê, li bajarê Mihabad û Şinoyê şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û peymana wefadariya xwe digel rê û rêbaza şehîdan nû kirin.

Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Bokanê bi boneya 10ê Xakelêweyê serdana gorên şehîdan Pêşewa Qazî Mihemed, Seyfê Qazî û Sedrê Qazî, li bajarê Mihabadê kirin.

Qutabiyên Pêşewa bi kincên xakî û axabanû li ser mil, bi vê hilketfê bi bilindkirina alaya Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat li ser tirba Pêşewa Qazî Mihemed, roja Şehîdên Kurdistanê bilind ragirtin û digel armancên pîroz ên şehîdan peyman nû kirin ku heta bidestveanîna armancên gelê Kurd dest ji têkoşînê bernadin.

Herwisa evîndarên rêbaza şehîdan li bajarê Şinoyê, bi hilkefta 10ê Xakelêweyê, li gundê Şawanê serdana tirba çendîn şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê kirin û digel şehîdan peymana emegnasiyê nû kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, spasiya hemû endam û alîgirên xwe yên li hundirê welat dike û hêviya saxlemiyê û berdewambûna wan ji erkên nîştimanî û hizbî dixwaze.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt