“Bila sala 2022ê bibe Sala Zerzewanê”

.

Serokê DÎTAVê Erhan Akalinlar, we vedixwîne Perestgeha Zerzerwanê ya ku ji bo Lîsteya Mayînde ya Mîrateyên Dîrokî û Çandî ya UNESCOyê berendam e.

Erhan Akalinlarê Serokê Weqfa Çandî, Piştevanî û Danasîna Amedê (DÎTAVê) ye, banga hestyariyê kiriye û xwestiye xwedî li Keleha Zerzewanê derkevin. 

Kelaha Zerzewanê, 45 kîlometre dûrî bajarê Amedê ye. Bi ser navçeya Çinarê ve ye. Di navbera Amed û Mêrdînê de li ser girekî ye ku 912 mîtroyî bilind e. Ji heft salan zêdetir e xebatên arkeolojîk li wir didimon da ku bermahiyan derbixin ser rûyê erdê.

Berendamê Lîsteya Mayînde ya UNESCOyê ye

Akalinlarî got, ev du salên dawî tevî pandemî berdewame jî bi hezaran mirov ji çar alîyên cîhanê tên da ku Kelehê û Perestgeha Mîthrasî ya di nav Kelehê de ye bibînin.

DÎTAVê sala 2022yê wek Sala Zerzewanê ragihandiye. 

Keleha Zerzewanê û Perestgeha Mîthrasî di sala 2020ê de ketibû nava Lîsteya Mayînde ya  ya Mîrateyên Dîrokî û Çandî ya UNESCOyê.

Derbarê Keleha Zerzewanê de

Keleh, di dema Romayê de qereqola lejyoneran a li ser sînor bû. Wê demê Roma li ser bawerîya paganîzmê bû û her wiha di nav Kelehê de jî Perestgeha Mîthrasî bicihkirî bû ku Mîthrasî baweriya leşkerên serdest û burokratên Romayê bû. 

Ev der cihekî kevnar e û biqîmet e. Li ser rêya di navbera Amed û Mêrdînê de ye. Persan ji vir re gotine Rêya Qralî û asûriyan jî navê Rêya Bazirganiyê dane vir.  Zêdetirî 3 hezar salan ji bo mirovan bûye jîgneheke şên. Ji bilî şopên romayiyan, şopên asûriyan jî li vir hatine dîtin ku ev şopd digihêjin bi qasî 880 salî Berî Zayînê.

Kurdistan Haberleri

Reîsî: Îran her tim dostekî mezin ê Îraq û Kurdistanê bûye
Serokê YNKê ji bo pêkanîna hin hevdîtinan gihişte Amerîkayê
Senator Van Hollen: Amerîka li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser HSDyê ye
Amerîka li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îranê çi dibêje?
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re civiya