"Bila lêkolîna “bikaranîna çekên kimyewî” bê kirin"

.

Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê ji NYyê daxwaz kiriye ku lêkolînekê li ser îdiayên dibêjin, “Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê çekên kimyewê bikar aniye” bike.

Parlamenterên endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê xwestiye lêkolîn li ser wan îdiayan bibe ku dibêjin Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê çekên kimyewî bikar aniye.

François Alfonsi (Greens/EFA, Fransa), Andreas Schieder (S&D, Awistirya), Nikolaj Vilumsen (LEFT, Danîmarka) bang li Neteweyên Yekgirtî kiriye û xwestiye lêkolîneke navnetewî li ser van îdiayan bibe.

Di metna navborî de parlamenteran gotiye ku, ji sedî zêdetir parlamenter, rojnameger, rewşenbîr, jinparêz û endamên rêxistinên civaka sivîl van îdiayan tînin ziman.

Endamên Komê ji Sekreterya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî û Têkiliyên Bêçekirinê ya NYyê xwestiye komîsyoneke serbixwe ava bikin.

Her weha di daxuyaniyê de wan wiha gotiye: “Polîtîkayên agresîf ên Tirkiyeyê yên li dijî rêveberiyên kurdan ên li Iraq û Rojavayê, hiqûqa navnetewî binpê dikin, ger midaxeleyî vê nekin, helwesta Tirkiyeyê bi berdewamî wê gefê li aştiya li herêmê bixwe.”

Ji bo tevahiya rapora (ingilîzî) bitikîne

Kurdistan Haberleri

PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn
Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir