Bijîşkên Diyarbekirê Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê didin Emîne Şenyaşar

.

Hat ragihandin ku Jûra Bijîşkan Şaxa Diyarbekirê Xelata 2022an ya Aştî, Dostanî û Demokrasiyê dide Emîne Şenyaşar ku hê jî ji bo doza edaletê li ber Dadgeha Rihayê nobedariyê dike.

Jûra Bijişkan a Diyarbekirê îro 3yê Adarê bi civîneke rojnamevanî xelata îsal ya Aştî, Dostanî û Demokrasiyê eşkere kir.

Seroka Jûra Bijişkên Diyarbekirê Elîf Tûran got, bi beşdariya saziyên sivîl ên Diyarbekir wek jûrî biryar hatiye dayîn ku Xelata Aştî Dostanî Demokrasiyê di 14 Adarê Cejna Bijişkî de ji bo Emîne Şenyaşar were dayîn.

Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê û kurên wê di êrîşa xizmên parlamenterê AKPê Halîl Yildiz de hatibûn kuştin û niha kurekî wî jî girtiye, ji 19ê Adara 2021ê ve li ber avahiya Dadgeha Rihayê ji bo doza edaletê ligel kurê xwe nobedariyê dike.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin