Berdevika Qesra Sipî Karine Jean-Pierre îro Sêşemê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden biryara xwe ya dawî ser binavkirina Rûsya wek dewleteke piştvanê (sponsorê) terorê, daye.
Karine Jean-Pierre dîyar kir ku wê Biden wê Rûsya wek dewleteke sponsorê terorê, bi nav neke.
Ukrayna ji welatên Rojava û rexistinên navneteweyî daxwaz dike ku Rûsya bisedema dagirkirina wî welatî wek dewleteke sponsorê terorê were destnîşan kirin.
Lê, Serokê Amerîka Joe Biden roja Duşemê gotibû ku divê Rûsya wek dewleteke sponsorê terorîzmê neyê destnîşan kirin.
Kremlînê jî hişyarî dabû û gotibû ku ger Qesra Sipî biryarek wiha bide wê têkilîyên Amerîka û Rûsya bi tevahî qut bibe.
Karine Jean-Pierre anî ziman ku binavkirina Rûsya wek dewleteke sponsorê terorê dibe ku derkistina danûdexil ji benderên Ukrayna dereng bixe û herwiha danûstandinên bo veguhestina kelûpelan di Deryaya Reş re bixe xeterîyê.
Kurdistan Haberleri
Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle