Bîden: Wê Amerîka û hevkarên xwe bersiv bidin Rûsyayê

.

Serokê Amerîkayê Bîden, bertek nîşanî operasyona ku Rûsyayê li dijî Donbassê da destpêkirin da û ev tişt got: "Wê tenê Rûsyayê ji mirin û hilweşandina ku vê êrişê bi xwe re bîne berpirsyar be. Wê dinya ji Rûsyayê hesab bipirse."

Di saetên serê sibehê de hêzên taybet ên rûs bi fermana Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ketin herêma Donbassê ya rojhilatê Ûkraynayê û li dijî Ûkraynayê şer dan destpêkirin. Li ser vê geşedanên Serokê Amerîkayê Joe Bîden, daxuyaniyeke nivîskî da û ev tişt got: "Wê tenê Rûsyayê ji mirin û hilweşandina ku vê êrişê bi xwe re bîne berpirsyar be. Wê Amerîka bi hevalbend û hevkarên xwe re bi awayekî bibiryar bersiv bide."

Bîden, diyar kir ku hemû diayên dinyayê bi gelê Ûkraynayê re ne û ev tişt gotin: "Serok Pûtîn, şerekî ku bi xwe re windakirineke dilsotîner a can û êşên mirovî bîne hilbijart. Wê tenê Rûsya ji mirin û hilweşandina ku vê êrişê bi xwe re bîne berpirsyar be. Amerîka, hevalbend û hevkarên wê bi awayekî bibiryar bersiv bidin. Wê dinya hesan bi Rûsyayê bipirse."

Bîden, da zanîn ku wê rewşê li Qesra Spî bişopîne, bi awayekî rêk û pêk ji ekîba ewlehiya neteweyî agahî bigire û îro bi lîderên G-7'an re bicive. 

Di berdewamê de Bîden ragihand ku ji ber êrişa li dijî Ûkraynayê hatiye destpêkirin ji bo ragihandina encamên ku li Rûsyayê ferz bikin xîtabî gel bike û ev daxuyanî da: "Ji bo ku peşî li êrişeke li dijî NATO'yê bê girtin bersiveke hevpar bê dayîn em ê bi hevalbendên xwe yên NATO'yê re di nav koordînasyonê de bin. Ez û Jill ji bo gelê Ûkraynayê yê wêrek û bi rûmet diayan dikin. "

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike