Biden: Putin “xwînrêj” e

.

Serokê Amerîka Joe Biden li stadyuma niştimanî li Varşovayê serdana koçberên Ukraynayî kir.

Serokê Amerîka Joe Biden li Polandayê di dema hevdîtina wî bi koçberên Ukraynî re, hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin bi “xwînrêj” bi nav kir.

Serokê Amerîka Joe Biden li stadyuma niştimanî li Varşovayê serdana koçberên Ukraynayî kir û di bersiva pirseke rojnamevanekî de ragihand, “Serokê Rûsya Xwînrêj e”.

Biden piştî zincîreyek ji hevdîtinên navdewletî yên li Brukselê, roja Îniyê gihîşt Polandayê û îro Şemiyê piştî nîvro bi hevtayê xwe yê Polonî Andrzej Duda re hevdîtin kir.

Biden herwiha serdana leşkerên welatê xwe yên Polandayê kir ku di dema borî de ji bo bihêzkirina eniya rojhilat a NATOyê, gihîştibûn wî welatî.

Serokê Amerîka di nav hevalbendên xwe rojavayî de pêşengiya hewildanan dike ku zextê li hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin bike, da ku dawî li êrîşa li ser Ukraynayê bîne.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Kremlînê got, daxuyaniyên Biden şansê sererastkirina pêwendiyên di navbera Mosko û Washingtonê de kêm dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle