Biden, piștgirîya xwe ji bo herêma Kurdistanê dîyar dike

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar dike ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar dike ku Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîkayê ye û pabendiya berdewam û demdirêj a welatê xwe jî  ji bo aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li ser vê mijarê, ev gotin di nameyekê de bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatine û Serokê Amerîkayê tekez kiriye ku "êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar dike û pesnê hevahengiya bihêz û dûrûdirêj a Herêma Kurdistanê û Amerîkayê nîşan daye, herwiha pabendiya Amerîkayê ji bo berdewamiya piştgiriya hêzên ewlehiyê yên Iraq û Pêşmerge, car din aniye ziman".

Di beşeke din a nameyê de Joe Biden tekez kiriye ku Amerîka Herêma Kurdistanê aram, seqamgîr û geş, weke beşeke sereke ji bo Iraqeke seqamgîr û geş dibîne.

Di dawiya nameyê de jî Serokê Amerîkayê cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî û hemû gelê Kurdistanê pîroz kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle