Biden derbarê êrişa li dijî Trump daxuyanî da

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrişa li dijî Donald Trump ragihand ku êrişên bi rengî bi ti awayî li welatê wan nayê qebûlkirin.

Li Pensilvanyayê di dema mitîngê de, bi çekê êrişî serokê berê yê Amerêkayê û namzedê Komariyan yê serokatiya Amerrîkayê Donald Trump hat kirin.

Di êrişê de Trump ji guhê xwe yê rastê birîndar bû.

Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrişê daxuyanî da û ew êriş şermezar kir.

Biden da zanîn ku ew hatiye agahdarkirin ku di mitînga li Pensilvanyayê de êrişî Trump hatiye kirin û got:

“Ez kêfxweş im ku Trump bi selatmet e û rewşa wî baş e.

Ez diayan ji bo Trump, malbata wî û hemû kesên li mitîngê amade bûn dikim.”

Biden herwiha spasiya hêzên ewlehiyê kir ku wan Trump bi selametî jî cihê bûyerê dûr xistiye û got:

“Cihê vê cûre êrişî bi ti awayî li Amerîkayê nîne. Divê em wekî netewe hemû vê bûyerê şermezar bikin."

Amerîka Haberleri

PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin
Amerîkayê alîkariya ji bo Hêza Pêşmergeyan birî
Washingtonê zexta li ser Bexdayê tundtir kir: 'Milîsan belav bikin!'
Trump piştî hewla kuştinê: Ew êriş li Destûra Amerîkayê bû