Biden bi rêya parêzgarê Duhokê re peyamek bo Serok Barzanî şand

.

 Parêzgarê Duhokê Elî Teter dibêje, serokê Amerîka Joe Biden bi rêya berpirseka Koşka Spî silav bo Serok Mesûd Barzanî şand.

Ev çend roj in parêzgarê Duhokê Elî Teter bo çend civîn û hevdîtinên fermî çûye Amerîka.

Elî Teter îro li ser facebooka xwe ragehandiye, wî duhî li Koşka Spî bi berpirsa karûbarên Rojhilata Navîn li encumena asayişa niştimanî ya Amerîka, Barbara Leaf re hevdîtin kir.

Teter daye zanîn jî, di civînê de Barbara Leaf got ku silav û rêzên Serok Biden bigehîne Serok Barzanî. Leaf her wiha behsa rola Serok Barzanî li deverê û di dabînkirina aştî û asayişa deverê de bilind nirxand.

Parêzgarê Duhokê aniye ziman, di hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî hat kirin û piştevaniya Koşka Spî bo Herêma Kurdistanê jî hat dupatkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle