Biden 40 lîderên dinyayê dawet kir bo zîrwe ya kêşûhewayê

.

 Koşka Sipî ragihand ku Joe Biden 40 lîderên dinyayê dawet kiriye bo zîrwe ya kêşûhewayê ya ku dê di 22-23 yê meha nîsanê de bêkirin. Koşka Sipî di beyana nivîskî de weha got:

“Serok Biden bo zîrwe ya kêşûhewayê ya di 22-23 ê yê nîsanê de bêkirin, 40 lîderên dinyayê dawet kir bo zîrweyê.”

Wê zîrwe bo temamê raya giştî ya dinyayê vekirîbe. Wê ev zîrwe bibe bingehekî pêşîn ya bo zîrwe ya  Netweyên Hevgirtî ya Glasgowê ya ku bo kêşûhewayê bêkirin. Di nav lîderên hatine dawetkirin de yên tên zanîn ev in:


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan, serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, serokê Çînê Şi Cinping, serokê komisyona YA yê Charles Michel, serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokwezîra Almanya Angela Merkel, serokê Rûsyayê Vladimir Putin, serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û hin lîderên din hene.


 

Amerîka Haberleri

Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin
Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin
Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene