Bi mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li Silêmaniyê hat kirin

.

 Bi 4 mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê ya  li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re got, "Îşev demjimêr 22:00an bi 4 mûşekan êrişî Kampa Sûrdaşê hat kirin."

2 kes birîndar bûn

Emced Husên Penahî li ser zererên êrişê jî axivî û got, "Du kes bi sivikî birîndar bûne."

Her çend agirbesta di navbera Îran û Amerîkayê de didome jî Îran carnan êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike.

Êrişên piştî agirbestê

Li gorî şopandina Rûdawê, piştî agirbestê 68 êrişên bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Ji destpêka şerê li herêmê ve, Komara Îslamî ya Îranê bi zêdetirî 77 êrişan kampên Komaleyê kirine armanc.

Her wiha Îranê bi 126 mûşek û dronan kamp û navendên tenduristiyê yên Partiya Demokrat jî kirin armanc.

Bi giştî ji 28ê Sibata borî ve heta niha, Herêma Kurdistanê rûbirûyî 735 êrişên dron û mûşekan bûye.

Ji van êrişan zêdetirî 68 êriş piştî ragihandina agirbestê hatine kirin.

Kurdistan Haberleri

Zengila sala nû ya xwendinê lê ket: Mesrûr Barzanî bangî parlamenteran kir
Xwişka Margrêt Behsa Jiyan û Xebata Wê ya Pêşmergatîyê Dike
Mesrûr Barzanî helwesta Bexdayê rexne kir: Kerkûk dilê Kurdistanê ye
Berdevkê CENTCOMê ji Rûdawê re got: Em dest ji herêmê bernadin
Nêçîrvan Barzanî: PDK û YNK bi berdewamî dicivin