Bi mûşekan êrişî binkeya Tirkiyê ya Başîkê kirin

.

Hat ragihandin binkeya leşkeriya Tirkiyê ya li naçveya Başîqê ya Mûsilê êvara îro rastî êrîşa mûşekî hat.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bidest xistiye 2 mûşek avêtine binkeya leşkeriya Tirkiyê ya li nahyeya Zîlkanê ya Mûsilê.

Rêveberê Nahyeya Zîlkanê, Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand îro êvarê 2 mûşek mûşek binkeya leşkeriya Tirkiyê.

Herwiha Rêveberê Nahyeya Zîlkanê Mihemed Emîn da zanîn ku di encama mûşekavêtinê de ti ziyan çênebûne.

Di 21ê Gulanê de binkeya Başîkê rastî êrîşeke mûşekan hatibû  û welatiyekî Herêma Kurdistanê ku li binkehê aşpêjiyê dikir, jiyana xwe ji dest dabû.

Herî dawî di 9ê Hezîranê de êrişî binkehê hatibû kirin û Dije-Terora Kurdistanê ragihandibû ku 4 mûşek avêtine binkehê.

Tirkiyê ji sala 2015an ve binkeya xwe ya serbazî li Başîkê ku dikeve Deşta Neynewayê ava kir.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle