Bi mûşekan êrişî baregeha hêzên Amerîkayê hat kirin

.

 Bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hat kirin.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand ku Bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê lê mûşek li herêma Haqlaniyeyê ya navçeya Hadiseyê ketine.

Rêvebirê Nahiya Walihê Dr. Leyis Şemmarî ji Rûdawê re got:

“Piştî kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye û Amerîka li Babîlê êrişî Heşda Şeibiyê kir, tedbîrên ewlehiyê li baregeha asmanî ya Eyn Esedê hatin zêdekirin.

Leyis Şemmarî diyar kir ku piraniya roketên ku milîsan avêtin negihîştine hedefa û li herêmên cuda ketine.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Beriya niha jî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê bûbû armanca mûşek û dronan.

Li gorî texmînan, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev leşker bi piranî li Baregeha Esmanî ya Eyn Esedê, Kampa Viktoryê û Baregeha Esmanî yê Herîrê hatine bicihkirin.

Erkê Amerîkayê yê li Îraqê 9ê Kanûna Paşîn a 2021ê bi awayê fermi bi dawî bû û erkê wan ê niha zêdetir şêwirmendî ye.

Kurdistan Haberleri

YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê
Fly Erbil: Rojane geştên me yên Tirkiye û Ewropayê hene
Xalid Îbrahîm: Ji bo vegera koçberan planeke me heye