Bi hilkefta roja jidayîkbûna Pêşewa “Qazî Mihemed” li bajarên Kurdistanê, çalakiyên banghêjî bi rê ve çûn

.

Endam û alîgirên Hizba Demokrat, salvegera jidayîkbûna yekem Serkomarê Kurdistanê û avakerê Hizba Demokrat Pêşewa “Qazî Mihemed”, li bajarên “Mihabad, Merîwan û Bokan”ê bilind ragirtin.

Roja Duşemî 11ê Banemera 1402 a Rojî, endamên têkoşer ên Hizba Demokrat li bajarên “Mihabad, Merîwan û Bokan”ê, bi hilkefta roja jidayîkbûna yekemîn Serkomarê Kurdistanê Pêşewa”Qazî Mihemed”, çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin.

Endamên Hizba Demokrat li gundê “Îsakend” û sêrêya “Seholan” a bajarê Mihabadê, bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê û belavkirina wêneyên Pêşewa “Qazî Mihemed”, çalakiyek banghêjî lidar xistin.

Herwisa li bajarê Merîwanê, endamên Hizba Demokrat bi bilindkirina alaya Kurdistanê û belavkirina logoya Hizba Demokrat û wêneyên Pêşewa “Qazî Mihemed”, yada Serkomarê Kurdistanê bilind ragirtin.

Herwisa li bajarê Bokanê jî, li “Koşka Zara” û hemberê gundê “Paşbilax”ê, endamên Hizba Demokrat bi bilindkirina alaya Kurdistanê û belavkirina peyamekê, yada jidayîkbûna Pêşewayê Kurdan bilind ragirtin û soza emegnasiya xwe digel hemû şehîdên Kurdistanê dûbare kirin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?
Aloziya li Tengava Hurmizê: Îran û Amerîkayê li hev xist
Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir
DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike