Her ku diçe şerê Îran û Îsraîlê gurtir dibe û sernivîsên cîhanî li ser Tehranê ne, li gorî agahiyên ku xelkê herêmê dane Rudawê, Rojhilatê Kurdistanê rastî bombebarneke dijwar hatiye û welatî neçar mane ku birevin gundan, ji ber ku êrişên Îsraîlê li binkeyên leşkerî didin.
Şerê gotinan di navbera Îsraîl û Îranê de roja Înê gihîşte lûtkeyê, dema ku Îsraîlê êrişî Tehranê kir û komara Îslamî jî bersiv da.
Pevçûn bi lez gur bû, Îsraîlê êrişî binkeyên leşkerî, tesîsên nukleerî kir û çend fermandarên payebilind ên Îranê kuştin.
Lê belê, dema ku sernivîsên cîhanî bi giranî li ser paytext Tehran û tesîsên nukleerî sekinîne, herêma Kurdan a ango Rojhilatê Kurdistanê rastî bombebarneke giran hatiye ku hejmareke mezin a baregehên artêşa Îranê û Supaya Pasdarên, her wiha tesîsên avêtina mûşekan li herêmê belav bûne ku ev hemû ji bo Îsraîlê armancên sereke ne.
Kurd li gundan li stargehan digerin
Asta bombebaranê Kurdên herêmê neçar kiriye ku ji bajarên xwe birevin û bi dirêjbûna pevçûnê re, ji bo parastina canê xwe, li gundên derdorê li stargehan bigerin.
Zana Rezayî*, niştecihê bajarê sembolîk ê Kurdan Mehabadê yê parêzgeha Urmiyê ye, roja Yekşemê ji Rudawê re got:
"Di van çend rojên borî de bazara bajêr û stasyonên benzînê gelekî qerebalix bûne, ji ber ku bi zêdebûna aloziyan re, xelk bi lez û bez xurek û pêwîstiyan kom dikin da ku ji bajêr derkevin."
Niştecihekî din, Şêrko Mihemedî*, diyar kir ku êrişa Îsraîlê tirs û panîkeke mezin di nava xelkê de çêkir û mirov ji bo derketina ji bajêr ketin nava tevgerê û got:
"Doh bi şev derdora saet 8ê êvarê, dema ku sîstemên parastinê çalak bûn û mûşek li asman hatin têkbirin, me hest kir ku em çi qasî nêzîkî şerekî rastî ne.
Her kes li taxê di nava panîkê de bû û bi vir de û bi wir de direviyan,"
Wî her wiha amaje bi wê yekê kir ku ji destpêka pevçûnê ve mûşekên Îranê yên ber bi Îsraîlê ve esmanê herêmê dagirtine.
Îsraîlê êrişên wêranker birine ser baregehên Supaya Pasdaran û tesîsên avêtina mûşekan ên li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li parêzgehên Kirmaşan û Urmiyeyê.
Mihemedî da zanîn ku Îsraîlê serê sibeha Şemiyê li du cihên sereke yên nêzîkî Mehabadê xistiye - binkeya Darelekê û Kompleksa Petrokîmyayî ya Mehabadê, ku bû sedem ku "parastina hewayî çalak bibe û dron li esman xuya bibin."
Binkeya Darelekê qereqoleke polîsan e ku dikeve ser rêyeke stratejîk a ku Mehabad, Urmiye û Miyanduabê bi hev ve girêdide.
Li gorî xelkê herêmê, ew di heman demê de mazûvaniya yekîneyeke hêzên îstixbarata Supaya Pasdaran jî dike, û Kompleksa Petrokîmyayî ya Mehabadê li herêmê tesîseke pîşesazî ya mezin e.
Piştî pevçûnên bi komên muxalif ên Kurd re di salên 1980yî de, Darelek bû xaleke sereke ji bo sepandina kontrola dewleta Îranê li seranserê herêma Kurdan.
Rudawê hewl da xwe bigihîne karmendên Kompleksa Petrokîmyayî ya Mehabadê, lê wan ji tirsa tolhildana desthilatdaran, red kir ku agahiyan parve bikin.
Rezayî, ku bi rêya VPNê bi Rudaw re axivî, got, "Desthilatdar nahêlin nûçe derkevin derve û ji ber vê sedemê, bikaranîna înternetê bi tundî hatiye sînordarkirin."
Kontrolkirina telefonan û desteserkirin
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wê li Osloyê ye, hêzên ewlehiyê li Mehabadê bi awayekî berfireh dest bi pişkinîna telefonên desta yên welatiyan kiriye û welatiyên ku di telefonên wan de naverokên piştgiriya Îsraîlê hene, desteser dikin.
Desthilatdarên Îranê xwedî dîrokeke dûr û dirêj in di sînordarkirina înternetê de di demên alozî de ji bo tepeserkirina belavbûna agahiyan.
Ehmed Babanî* yê ji Mehabadê, ji Rudaw re got ku malbata wî biryar dayê ku êrişan li herêmê dest pê bikin ew dê berê xwe bidin gundê xwe.
Babanî got, "Dema me dengê êrişan bihîst, me fêm kir ku baştir e em di zûtirîn dem de ji bajêr derkevin.
Ji ber vê yekê tevahiya malbata me, hemû xwişk û bira bi malbatên xwe ve, vegeriyan gundê me ku bi qasî saetekê dûr e, da ku her kes ji êrişan parastî be.
Gelek kesan xurek û pêwîstî peyda dikirin da ku ji bajêr derkevin."
Niştecihan ragihand ku sîstemên parastina asmanî "di van çar rojên borî de" li herêmê çalak in ji ber ku êrişên Îsraîlê berdewam dikin.
Babanî got, "Niha, dema ku ez bi we re diaxivim, ez dengê sîstemên parastina asmanî dibihîzim û liv û tevgereke hewayî ya berdewam heye."
Li gorî Babanî, binkeya Darelekê "agir pê ket û bi temamî hat rûxandin" piştî ku êrişeke Îsraîlê depoya cebilxaneya wê kir armanc.
Serwer Dara* ku xwendekarekî li bajarê Sineyê yê parêzgeha Kurdistanê yê ji Rûdawê re axivî û wî amaje bi aramiyeke nisbî li herêmê kir li gorî bajarên din ên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê.
Dara got, "Sê rojên borî li Sineyê, me ji bilî roja yekem a êrişan tiştek nebihîst ku dengekî pir bilind hat.
Ez bawer dikim ew binkeyeke Supaya Pasdaran a nêzîkî bajêr bû."
Darayê ku bi eslê xwe ji Mehabadê ye got, "Rewşa Mehabadê dijwartir e û çalakiya asmanî li gorî Sineyê bi awayekî berbiçav zêdetir e."
Rewşa Rojhilatê Kurdistanê
Mehabad ji bo gelê Kurd wekî sembola neteweperweriya Kurdî xwedî girîngiyeke dîrokî ya mezin e.
Ew wekî cihê ku yekem dewleta Kurdî ya serbixwe a di sala 1946an de ji aliyê Qazî Mihemed ve hat damezrandin, navdar bû.
Piştî Şoreşa Îslamî ya sala 1979an, Supaya Pasdaran dest bi avakirina baregehan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê kir ji bo tepeserkirina komên muxalif ên Kurd û çalakiyên wan û ji bo sepandina kontrola dewletê li ser herêmê.
Herêm herî dawî ji ber kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bûbû qada xwenîşandanên girseyî yên ku di Îlona 2022yan de li seranserê welêt belav bûn,
Xwepêşandan bûn sedema zordariyeke hovane ji aliyê desthilatdarên Îranê ve û Rojhilatê Kurdistanê ji bo Supaya Pasdaran û milîsên wê bûbû pirsgirêkeke rastîn.
Rojhilatê Kurdistanê her wiha ji paşguhxistin û bêparbûna kronîk ji bipêşketinê ji aliyê komara Îslamî ve êş kişandiye ku derfetên kar kêm in û veberhênana dewletê ne bes e.
Rûdaw