Bi beşdariya Kurdistanê konferansek li ser polîtîkaya koçberiyê li Stenbolê tê lidarxistin

.

Konferansa Borda Şêwirmendî ya Navenda Navdewletî ya Pêşxistina Siyaseta Koçberiyê îro 13ê Mijdarê li Stenbolê bi beşdariya welatên Tacîkistan, Efxanistan, Pakistan, Srî Lanka, Bengladeş, Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Hevbeş a Hevahengiya Krîzan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, armanca konferansê ew e ku platformek ji bo diyalogê di navbera van welatan de pêk were, ji bo zanibin ku navend karê xwe çawa dimeşîne û ev astengiyên ku derdikevin pêşiya karê navendê çi ne.

Herêma Kurdistanê yek ji wan welatan e ku bo yekem car kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Navenda Şêwirmendiya Koçberan li ava kir, ku ji aliyê çend welatan ve tê piştgirîkirin. Proje kar ji bo nehiştina koçberiya neyasayî, bi hişyarî û perwerdekirina welatiyan li ser metirsiyên koçberiya neyasayî dike. Ji aliyekî din ve derfetan ji bo koçberiya qanûnî peyda dike.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle