Bi balafira bêmirov êrîşê Hewlêrê kirin

.

 Li payîtexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, balafirekî bêmirov ket ser rêya navbera Hewlêr û Pîrmamê. Piştî ketina balafirê teqînekî çêbûye û roketekî Katyuşa îsabetê ser rê kiriye. Di teqînê de gelek erebe zerarê dîne û rêvebirê tenduristiyê yê Hewlêrê Bijar Mûsa ji bo Rûdawê ragihandiye ku di teqînê de kes nemiriye û  6 ambûlansan şandine ciyê bûyerê.

Li ser bûyerê, Beşa Antî Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li ser rêya navbera Hewlêr û Pîrmamê, siet di 21:35 an de balafirekî bêmirov ketiye, 3 kes sivik birîndar bûne, xwaringehekî û gelek erebe zerarê dîne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle