Beyar Doskî: Herêma Kurdistanê li vê devera ciyopoletîkî ya wekî mucîzeyan kariye bêalîtiya xwe biparêze

.

Şarezayekê siyaseta navdewletî dibêje, “Herêma Kurdistanê li vê devera ciyopoletîkî ya wekî mucîzeyan kariye bêalîtiya xwe biparêze”.

Şarezayê Siyaseta Navdewletî û Mamostayê Zanîngehê Beyar Doskî îro (Înî, 2.2.2024) taybet ji K24ê re got, “Herêma Kurdistanê di yek demê de berhingarî çend givaştinên herêmî bûye, bizav tê kirin ku Herêma Kurdistanê wekî aramtirîn devera Rojhilata Navîn nemîne û ewlehî û seqamgiriya wê bê têkdan”.

Beyar Doskî herwesa amaje da, “Ji bo Herêma Kurdistanê hêsan nîne ku bikare hevsengiyên deverê rabigire, taybet ku keftiye navbera du hêzên herêmî yên wekî Îran û Tirkiyeyê ku nûnerîtiya du cemserên mezin ên Şîe û Suneyan dikin”.

Behs jî kir, “Herêma Kurdistanê li vê devera ciyopoletîkî ya wekî mucîzeyan di hemî rewşan de bi rengekê jîrane serederî kiriye, bi rengekî ku çi carekê alîgir nebûye û bêalîtiya xwe li ser rûdanan parastiye, ev jî ji aliyê Civaka Navdewletî ve giring hatiye dîtin”.

Navbirî ron jî kir, “Serokê pêştir ê Amerîkayê Barak Obama li destpêka êrîşên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê tekez li ser pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê kir û got ku divê bê parastin”.

Her dîsa got, “Pilanên dijatîkirina Herêma Kurdistanê tundtir bûne, bi rengekî ku niha êrîşî xelk û cihên sivîl tê kirin”.

Di derheqa Hikûmeta Îraqê de jî ragehand, “Desthilatdarên Îraqê bi dirêjahiya dîroka xwe dijatiya Kurdan kiriye, yên niha jî her yek ji wan Sedamekê biçûk di mejiyê wan da heye û paştir ew Sedam dê mezin bibe”.

Çavkanî: K24

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin