Bextiyar Elî Xelata Hilde Dominê wergirt

.

Nivîskarê kurd Bextiyar Elî Xelata Hilde Dominê wergirt.

Bextiyar Elî li ser hesaba xwe ya Instagramê daye zanîn ku wî Xelata Hilde Dominê ya sala 2023yan wergirtîye.

Komîteya xelatdayînê dîyar kirîye ku Bextiyar Elî di cîhana krîz û şer de, mînaka mirovahiyê di wêjeya xwe de nîşan daye.

Elî berîya niha Xelatê Nîlî Zax û Xelatê Festîvala Edebîyata Gelewêjê jî wergirtîye.

Bextîyar Elî kî ye

Bextîyar Elî sala 1961an li Silêmanîyê hatîye dinyayê. Elî sala 1983yan dest bi nivîsînê dike û romana wî ya ewil Mergî Taqaneyî Dûwem sala1997an li Swêdê çap dibe. Ew 1996an koçî Elmanyayê dike. Yek ji kitêbên wî yên herî giring Hinara Dawî ya Dinyayê tê dîtin ku heta niha bo 8 zimanan hatîye wergêran. Romanên wî zêdetir di çarçoveya realîzma efsûnî da hatine nivîsin. Bextîyar Elî bi zaraveyê kurdî Soranî berhemên xwe dinivîse. Heta niha çendîn berhem û gotarên wî hene.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de