Beşekî koçber vedigerin herêmên hikûmeta Sûriyê

.

Beşek ji koçberên Sûrî ji navçeyên li jêr destê Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê vedigerin navçeyên li jêr destê hikûmeta Sûriyê. Ji Tirkiyê jî, penaberên Sûrî hewl didin bi kom berê xwe bidin sînoran da ku xwe bigihînin Ewropayê.

Dîmenên hene ku nîşan didin hejmarek koçberên Sûrî ji navçeyên li jêr destê Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê vedigerin navçeyên li jêr destê hikûmeta Sûriyê.

Li gor zanyariyan, ev karwan ji 23 malbatên Sûrî pêk tê ku vegeriyane Helebê.

Ji aliyên din beşek ji penaberên Sûrî ji Tirkiyê bi kom berê xwe didin sînoran da ku xwe bigihînin Ewropayê.

Rêxistin û saziyên mafên Mirovan tekez dikin ku penaberên Sûrî li Tirkiyê di nav tirs û dilgirniyeke mezin dijîn û hewl didin bi kom  ji wî welatî derkevin.

Ramî Ebdulrehman, Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji Rûdawê re behsa hokarên derketina penaberên Sûrî ji Tirkiyê kir.

Rêveberê Rewangeha Sûrî Ramî Ebdulrehman got: “Têkçûna rewşa mirovî niha û êrîşên rekezperestî bo ser Sûriyan, dihêle ku ew li penageheke ewle bigerin ku di baweriya wan de dê li ser sînorên Tirkiyê û Yûnanistanê be, lê ez bawer dikim ku hikûmeta Tirkiyê dê careke din bazirganiyê bi vê dosyeyê bike, li sîbera mijûlbûna welatên Ewropayê bi pirsgirêkên xwe yên aborî. Dosyeya Mirovî divê dûr be ji bazirganîkirinê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve yan jî aliyên ku dixwzin bazirganiyê bi vê dosyeyê bikin."

Vegerandina penaberan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê bo navçeyên li jêr destê Heyeta Tehrîr el-Şam li parêzgeha Idlibê yan jî navçeyên li jêr destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê hokarekî tirsa penaberan e.

Penaberekî Sûrî li Tirkiyê ku ji bo sedemên ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin ji Rûdawê re got dijminkarî li hember penaberên Sûrî li Tirkiyê pir zêde bûye. Heman penaberî ji Rûdawê re got, roja duşemê yekem roja sala xwendinê bûye, penaberên Sûrî pir li ser zarokên xwe li dibistanên Tirkiyê ditirsin, lewma ew bi her awayî dixwazin herî zû ji Tirkiyê derkevin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Seredana Serokê Weqfa Rêya Azadî Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay Kir
Fehed Heyder: Siwêda mehek e di bin dorpêçê de ye
Heşda Şebî: Dilê desthilatê yan mîxê tabûta dewletê?
Seredana Dr. Nazif Yılmaz, vekîla wezîrê perwerde û fêrkariya Tirkiyê a li Lalişê
Parlamenterekî AK Partiyê xwest ku hevdîtinên HSD û Şamê li Enqereyê bên kirin