Beşar Esed: Armanca me ji hevdîtinan li gel Tirkiyê bidawîanîna dagirkeriyê ye

.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtina xwe ya li gel şanda Rûsyayê de diyar kir ku divê encamên ku dixwazin ji hevdîtinên wan ên bi Tirkiyê re derkevin. Beşar Esed got: “Armanca me ji hevdîtinan li gel Tirkiyê bidawîanîna dagirkeriyê ye.”

Serokê Sûriyê Beşar Esad bi Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ê bo karûbarê Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev û şanda pê re hevdîtin kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Sûriyê, di hevdîtinê de behsa pêwendiyên stratejîk ên Rûsya û Sûriyê û pêşhatên herêmî û navdewletî hatin kirin.

Esed ji bo başkirina pêwendiyên di navbera Enqerê û Şamê de xwe giran dike, êdî mercên ku ew dixwaze dide pêşiya serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, xwe li cihekî serkeftî dibîne.

Beşar Esed îro eşkere got, civînên her sê wezîrên berevaniya Sûriyê, Rûsya û Tirkiyê baş bûn, lê ji bo ku ew civîn serkeftî bin û berhemdar bin, divê armancên Sûriyê pêk werin.

Beşar Esed mercê xwe danî pêş û got, divê dawî li dagirkerî û piştgiriya rêxistinên terorîst were û got: “Divê civînên li gel Tirkiyê li ser bingeha berjewendiyên Sûriyê pêk bên.”

Beşar Esed dibêje: “Armanca me ji hevdîtinan li gel Tirkiyê  bidawîanîna dagirkeriyê ye û rawestandina alîkariya terorîstan e.”

Ji aliyê din ve Lavrentyev diyar kir ku welatê wî civîna sê alî ya ku wezîrên berevaniya Sûriye, Tirkiye û Rûsyayê li hev civiyan beşdarbûna bi erênî dibîne û ew girîng dibînin ku ew civîn bigihîn asta wezaretên derve.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt