Bertekên li ser astengkirina muzîka Kurdî zêde dibin

.

 Bertekên li ser astengkirina koma muzîka Kurdî ya ku li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê disitirî her ku diçe zêde dibin.

Herî dawî hunermenda Kurd a navdar Aynûr Dogan  astengkirina muzîka Kurdî şermezer kirin.

Aynûr Dogan bal kişand ser qedexeya Kurdî û got “Bi her zimanî bistirê, lê ne bi kurdî.  Bi tirsên we yên bêçare em bêzar bûne.”

Helûn Firat jî dibêje “Kurdî zimanê dayikê yê bi milyonan welatiyên vî welatî ye. Maf e, wekhev e û azad e. Stranên kurdî çi li kolanan çi jî li ser dikê tê sitirandin û dê bê sitirandin.”

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî di derbarê mijarê de tweetek parvekir û tê de de ragihand “

Tenê di van 2 hefteyên dawî de ji tiştê qewimîne diyar dibe ku li Tirkiyeyê hê jî jî Kurdî wek zimanê sûcê tê dîtin. Ji îdianameya DIAYDERê heta Cadeya Îstîklalê çendîn caran mudaxaleyî muzîkjenên Kurd...”

Ji bo ciwanên ku li cadeya Îstîklalê muzîka Kurdî dijenin, polîsek bi cil û bergên sivîl gotibû 'Her der herêma min e, hûn nikarin bikin'” û hatibûn astengkirin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Revberiya Ewlehiya ya Stenbolê ve hat dayîn de hat ragihandin ku bi hinceta "(qelebaxê) rêyên ambûlans û tramvayê asteng kirine" mudaxele hat kirin.

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike